Mesrûr Barzanî û Ehmed Cerba civiyan û rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Mesrûr Barzanî û Ehmed Cerba civiyan û rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Nov 26 2023

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokê Şepêla Elxed a Sûriyê kir û tê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane, rêzgirtina li mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê û pêşxistina pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên cuda de kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 25ê Mijdarê pêşwazî li Serokê Tevgera Elxed a Sûriyê Ehmed Elcerba kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, di hevdîtinê de her du aliyan li ser pêşhateyên dawî yên li Sûriyê û herêmê, nêrînên xwe anîn ziman.

Her wiha her du alî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyane, rêzgirtina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê û pêşxistina pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên cuda de hevnêrîn bûn.

91