Di Roja Cîhanî ya jinavbirina tundiyê de li dijî jinê.. ji Adara 2011an ve nêzîkî 29,000 jin li Sûriyê hatine kuştin

Di Roja Cîhanî ya jinavbirina tundiyê de li dijî jinê.. ji Adara 2011an ve nêzîkî 29,000 jin li Sûriyê hatine kuştin

Nov 25 2023

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan raporta xwe ya duzdehemîn ya der barê binpêkirinên li dijî jinan li Sûriyê bi helkefta roja cîhanî ya nehiştina tundûtûjiya dijî jinan belav kir, tê de kuştina herî kêm 28926 jinan li Sûriyê ji Adara 2011an ve belgeh kir.

Raportê kuştina 28 hezar û 926 jinan bi destê aliyên şer li Sûriyê ji Adara 2011an heta 25ê Mijdara 2023an tomar kir,di nav de:

-22061 ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatin kuştin

- 1608 ji aliyê hêzên Rûsyayê

- 981 li ser destê rêxistina terorîst a DAŞê

- 87 li ser destê desteya Tehrîr el-Şam

- 279 jin ji aliyê Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) ve hatin kuştin.

- 1324 li ser destê komên çekdar ên opozisyonê

- Di encama êrîşên hêzên hevpêmaniya navdewletî de 961 jin hatine kuştin

- 1625 jin li ser destê aliyên din ve hatine kuştin.

Date nîşan wê yekê dide ku rejîma Sûriyê ji %77 kuştinên e.

Raportê serbar kir ku herî kêm 11 hezar û 203 jin ji aliyên şer û hêzên kontrola Sûriyê dikin windakirîne: Jê

- 8962 di destê rejîma Sûriyê de

- 49 di destê Desteya Tehrîr el-Şam

- 921 di destê Hêzên Sûriya Demoqratîk de

- 971 li ser destê hemû aliyên opozîsyonê yên çekdar de ne.

Di raporê de hate gotin ku 276 jin ji aliyê DAŞ’ê ve hatin girtin û tevî ku DAŞ bi dawî hat, lê heta 25’ê Mijdara 2023’an hîn jî windakirîne.

Li gorî rapotrê ji Adara 2011’an ve 117 jin ji ber êşkenceyê li Sûriyeyê hatine kuştin:

- 97 li girtîgehên rejîma Sûriyê hatin kuştin

- 14 di girtîgehên DAŞê de ne

- 2 li girtîgehên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demoqratîk

- 2 li girtîgehên girêdayî Çekdarn de

- 1 Ji ber îşkenciyê li ser destên aliyên din.

Raportê pêşniyar kir ku civaka navdewletî pêdivî bi parastin û alîkariyê pêşkêşî derbeder û penab
erên jin bike

87