100emîn roj.. Xwepêşandanên Siwêdayê berdewam in

100emîn roj.. Xwepêşandanên Siwêdayê berdewam in

Nov 24 2023

Di roja 100emîn de, Xwepêşandanên li dijî Rêjîma Sûrî li parêzgeha Siwêdayê li başûrê Sûriyê berdewam dikin.

Îro 24ê Mijdara 2023yan, li qada Elkerama li navenda bajarê Siwêdayê, xwepêşandanek navendî ku tê de bi hezaran kes ji hemû çîn û tiwêjên bajêr beşdar bûn, bi rê ve çû, xwepêşanderan dirûşmên ku daxwaza rûxandina Rêjîma Sûrî û veguhestineke siyasî li Sûriyê dikin, hildan.

Xelkê Siwêdayê di Tebaxa borî de li dijî rewşa xizmetguzariyê ya xirab xwepêşandan li dar xistin, piştre asta daxwazan bilind bû û banga rûxandina Rêjîmê û guhertina siyasî kir.

62