Dawîn pêşhate .. Hejmarek bingehên Emerîkî li deverê hatin armanckirin
Balafirên Emerîkî operasiyonên esmanî li dijî bingeh û armancên bi ser mêlîsên bi ser Îranê ve Li Dêrazorê armanc kirin.
Jêderên xwecihî yên deverê ragihand ku duh Pênşemê weku bersivekê li ser armanckirina bingeha Konîko ya leşkerî ya bi ser Hevpeymaniy Navdewletî ve li Dêrazorê, balafirên şer yên Emerîkî bi çend operasiyonên esmanî bingeh û armancên mêlîsên bi ser Îranê ve li herdu bajarokên Mirat û Xişam li rojhelatê Dêrazorê armanc kirin.
Piştî armanckirina bingeha leşkerî ya Hevpeymaniyê, mêlîsên Iraqî ya bi navê Almuqawema Alislamiya li Iraqê di daxuyaniyekê de ev êrîş li xwe girt.
Piştî êrîşên mêkîsên bi ser Îranê ve li dijî hêzên Emerîkî Li deverê berpirsiyarekî leşkerî yê Emerîkî ragihand ku roja Pênşemê hêzên me Li Sûriyê û Iraqê bi mûşek û dironan rastî çar êrîşan hatin bê ku ziyanên canî û madî bikevin.
Heman berpirsiyarê Emerîkî serbar kir û got ku bingehên leşkerî yên Emerîkî û yên Hevpeymaniya Navdewletî li bakurê rojhelatê Sûriyê bi mûşek û dironan hatin armanckirin.
Herweha da zanîn ji roja 17 Cotmeha bûrî û ta niha 73 car bingeh û hêzên Emerîkî û yên Hevpeymaniyê li Sûriyê û Iraqê ji aliyê mêlîsên bi ser Îranê ve hatine armanckirin, 36 êrîş li Iraqê û 37 êrîş jî Ii Sûriyê.
201
