Yekem car.. Emerîka bersiva armanckirina hêzên xwe li Iraqê dide

Yekem car.. Emerîka bersiva armanckirina hêzên xwe li Iraqê dide

Nov 22 2023

Artêşa Emerîka di bersiva yekem de li ser armanckirina baregehên wê ji aliyê milîsên Îraqî yên bi piştevaniya Îranê de, piştî ku çend êrîş li navendên li Sûriyê û Iraqê, armanckir.

Artêşa Emerîkayê îro Çarşemî 22ê Mijdara 2023ê di daxuyaniyekê de ragihand: “Hêzên Fermandehiya Navendî ya Emerîkayê êrişên cuda li ser du baregehan li Iraqê pêk anîn, ku bersiveke rasterast bû li hember êrişên Îranê û milîsan bo .

Malperên medyayî yên Iraqî ragihandin ku di êrişên Emerîkayê de 8 çekdarên milîsan hatine kuştin.

Di vê derbarê de, berpirsekî Emerîkî duh, Sêşemê ji CNN re ragihand, ku firokeyeke leşkerî ya Emerîkî piştî êrîşa wê bo ser baregeha Eyn El-Esed li Îraqê, gulebaran kir û hêzên dijmin kuştin.

Cîgira berdevka Pentagonê, Sabrina Sing, di kongirekî rojnamevanî de ragihand, hêzên Emerîkî li Iraq û Sûriyê ji 17ê Cotmehê ve rastî 66 êrişan (32 caran li Iraqê û 34 caran li Sûriyê) hatine û di encamê de 62 kes birîndar bûne.

Ji destpêka zincîre êrîşên li dijî hêzên Emerîka û hevpeymaniyê li Iraq û Sûriyê, Wezareta Berevaniya Emerîkayê bersiva çend êrişan li Sûriyê da û di wan êrişan de navendên Îranê û milîsên girêdayî wê kirin armanc.

Herwiha yekem car e ku li Iraqê du baregeh tên armanckirin.

191