Elbehra: Berdewamiya armanckirina Rêjîmê ji sivîlan re sivkatî ye ji yasayên navdewletî re
Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê dibêje berdewamiya gurkirina leşkerî û armanckirina svîlan li bajarî Idlibê ji aliyê Rêjîma Esed ve tekeziye li ser rêbaza Rêjîmê di pêkanîna tawanîn cengê de û berdewamiya kuştin û weyranbûnê li Sûriyê.
Hadî Elbehra Serokê Itîlafa Sûrî derbarê rewşa li bakurê rojavayî Sûriyê û berdewamiya êrîşên Rêjîma Esed li navçeyên li bakurê Sûriyê ragihand ku gurkirina leşkerî û berdewamiya armanckirina svîlan j alyê Rîjîmê ve sivkatî ye ji yasayên Navdewletî re û nameyeke ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Ewlehî û Civaka Navdewletî re ye ku tu guhdanê bi biryarên wan nake.
Herweha bersiv e li ser bêdengiya wan derbarê encamdana Rêjîmê ji tawanên dijî mirovahiyê li Sûriyê,ku ta niha jî ev tawan berdewam in.
Elbehra tekez jî kir ku ya şaş ew e ku her aliyek gomana sepandina çareseryên ewlehî û leşkerî bike, herweha şaşe goman bike ku paşguhkirina maf û daxwazên Sûriyan di civînên navdewletî de wê bandorê li ser rijdbûna gelê Sûriyê derbarê vegerandina mafên wan yên mirovî û yasayî ، pêkanîna dadperwerî û sizadana tawanên çengê û cîbicîkirina biryarên navdewletî bi taybetî herû biryarên 2118 , 2254 bike.
Ev e demeke û çekdarên Rêjîma Esed û Rûsiya bi tundî navçeyên li bakurê rojavayê Sûriyê dikin armanc û di encamê de herî kêm 62 kes hatine kuştin û 255 kes jî birîndar bûne.
84