Camûs: Cîbicîkirina biryara 2254 ewlehî û cêgiriyê li Sûriyê pêk tîne

Camûs: Cîbicîkirina biryara 2254 ewlehî û cêgiriyê li Sûriyê pêk tîne

Nov 22 2023

Serokî Desteya Danûstandkara Sûriyê dibêje cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 ewlehî û cêgiriyê li Sûriyê pêk tine.

Duh Sêşemê Desteya Danûstandkara Sûriyê li ser rûpela xwe ya fermî ragihand ku di çarçoveya civîna komîteya siyasî û ewlehî ya bi ser Encûmena Ewropayê li Biroksil paytexta Belcîkayê û bi amadebûn û beşdarbûna Balyozên 27 welatên Ewropî, Serokê Desteyê Bedir Elcamûs di civînê de behsa dawîn pêşhateyên piroseya siyasî li Sûriyê û berbend û astangiyên ku tîne pêşya wê, di serî de redkirina Rêjîma Esed ji biryara Navdewletî 2254 kir.

Di civînê de Camûs tekezî li ser giringiya danîna istiratîciyekê bi hevkarî li gel civaka Navdewletî re kir ji bo danûstandin li gel Rêjîma Esed ya ku tevaya çareseriyên siyasî ji bo bidawîanîna kirîza Sûriyê red dike û bûye sedema tevlîhevî û berdewamiya derdeserî û êş û azarên xelkê li seranserî Sûriyê.

Desteyê diyar jî kir ku di civînê de gotûbêjiyeke kûr derbarê mîkanîzmên bicîkirina biryara 2254 û pêşvebirin di proseya siyasî de ji bo pêkanîna ewlehî û cêgirî li Sûriyê û deverê bi giştî hate kirin.



186