Tora Sûrî: Divê Encûmena Ewlehiyê bi fermanên lêbûrînê yên Rêjîmê neyê xapandin
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporteke xwe de got, ku fermana lêbûrînê ya ji aliyê Rêjîmê ve hatî derxistin, girtiyên siyasî li xwe negirtine.
Li gor raportê: "Ji sala 2011an ve Rêjîma Sûrî 23 fermanên lêbûrînê derxistine û hemû ferman di serbestberdana girtî û windabûyên neçarî de, bi ser neketine".
Û serbar kir ku di tevaya fermanên lêbûrînê de, 7351 girtiyên neçarî hatine berdan û hîn nêzîkî 135 hezar û 253 girtî ne.
Raportê tekez kiriye ku armanca Rêjîmê ji van fermanan, wendakirina raya giştî û civaka navdewletî ye derbarê serbestberdana girtiyan, serbarî armancine din bi sivikirina fişarê li ser girtîgihên xwe û serbestberdana tawanbaran.
Got jî: "Tevî ku fermana jimare (36) ya Rêjîmê, li tevaya sizayên li ser lawan dibûre, lê hîn 3669 zarok girtî û windabûyên neçarî ne".
Di encamê de raport gihiştiye wê baweriyê, ku Fermana lêbûrînê jimare (36) ya Rêjîmê, ji bo bikarînerên madeyên hişbir û hin serpêçiyên taybet, hatiye çêkirin, û tevaya girtiyên siyasî û yên nerînê, li xwe negirtine.
Tora Sûrî bang li Encûmena Ewlehiyê û NY kiriye, ku bo fermanên lêbûrînê yên Rêjîmê neyên xapandin û daxwaza serbestberdana girtiyan bikin.
Herweha ji komisyona bilind ya Mafên mirovan xwest, ku wêneyekî zelal li ser fermanên lêbûrînê yên Rêjîmê, pêşkêşî Encûmena Ewlehiyê û welatên cîhanê bike.
100