Pêşwaziyeke berfireh bi biryara Dadgeha Dadê ya Navdewletî derbarê rawestandina êşkencedanê di zindanên Esed de
Piştî biryara Dadgeha Dadê ya Navdewletî derbarê rawestandina êşkencedanê di zindanên Rêjîma Esed de karvedanek berfireh li pey xwe ve anî û ji aliyê Rêxistin û hin welatên bi bandor pêşwazî li vê biryarê hate kirin .
Piştî biryara Dadgeha Dadî ya Navdewletî derbarî rawestandina Rêjîmê ji tawanên xwe yîn êşkencedanê di nava zindanan de, Rêxistins H.R.W di daxuyaniyekê de pêşwazî li biryarê kir û tekez kir ku cîbicîkirina vê biryarê pirseke jiyan yan mirinê ye ji girtiyên di zindanên Rêjîma Esed de.
Rêxistinê tekez kir jî ku biryara Dadgeha Dad ya Navdewletî bi pêngaveke giring ji bo parastina sivîlan li Sûriyê û bi biryareke dîrokî binav kir.
Got jî ji ber tomargeha Rêjîma Esed ya xirab derbarê sizadanê li ser êşkencedana rêbazikrî pêwîste welatên ku hewla asayîkirina peywendiyên xwe li gel Rêjîma Esed dikin lêvegerekê berya vê pêngavê bike bi sedema berdewamiya encamdana binpêkirinan dermafê Sûriyan de.
Balyozxaneya Emerîka li Sûriyê ragihand ku biryara Dadgeha Dadê ya Navdewletî pêngavek sereke ye berev sizadana Rêjîma Esed li ser êşkencedana bi hezaran Sûrî.
Û tekezî li ser mafê qurbanî û kesên ji mirinê rizgar bûne di sizadan û dadgehkirinê de kir, herweha daxwaza kareke cidî ji bo pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê jî kir.
Ji aliyê xwe ve jî balyozxaneya Birîtanî li Sûriyê amaje bi pêwîstiya standina tevaya tedabîran ji bo rêgirîkirin li encamdana tawanên êşkencedanê yên zîde kir, û got ev biryar dibe pêngav giring berev pêkanîna dadperweriyê ji kesên ku ji mirinê rizgar bûne û ji malbatên wan re,
Di çarçoveya doza ku Keneda û Holenda li dijî Rêjîma Esed hilda bû Dadgeha Dadê ya Navdewletî roja Pênşema bûrî biryara rawestandina tawanên êşencedanê li zindanên Rêjîma Esed da.
117