Desteya Danûstandkar daxwaza pêngavine nû bo bicîkirina biryara 2254 dike

Desteya Danûstandkar daxwaza pêngavine nû bo bicîkirina biryara 2254 dike

Nov 19 2023

Desteya Danûstankar ya Sûrî, civîna xwe ya asayî li Cinêvê bi dawî anî û dawînameyek belav kir, tê de daxwaza bicîkirina dadperwriyê û sizakirina encamderên tawanên li dijî mirovatiyê li Sûriyê kir.

Di herdu rojên borî de, Desteya Danûstandkar bi amedebûna nûnerê ENKSê, Ibrahîm Biro li gel nûnerên welatan, civîna xwe li dar xist, tê de nûnerên her yek ji Emerîka, Brîtaniya, Fransa, Elmaniya, Swîsra, Yekîtiya Ewropayê, Turkiya, Îtaliya, Danîmark, Netewên Yekgirtî, Misir û Qeter beşdar bûn, pêşhateyên proseya siyasî li Sûriyê gotûbêj kirin.

Di dawînameyê de, Desteyê tekz kir, tevî hewlên Şandiyê Navdewletî bo Sûriyê lê hîn jî ti encamên erênnî nahatine tomarkirin, bi taybet di doseya girtiyan û berdewabûna binpêkirinan dermafê Sûriyan de.

Desteyê, daxwaz ji Netewyên Yekbûyî û Encûmena Ewlehî kir, bi berpirsiyaretiya xwe li hember êş û azarên Sûriyan rabin û pêngavine nû bo bicîkirina biryara 2254 biavêjin.

Û amaje bi wê yekê kir ku Encûmena Ewlehî nikare bi rola xwe di warê mirovî de rabe û alîkariyên mirovî yên derbasî Sûriyê dibin di warên siyasî de tên bikaranîn, di heman demê de Desteyê ji Şandiyê Navdewletî bo Sûriyê xwest ku li hember rêgirîkirina Rêjîmê ji hewlên wî re, bêdeng nemîne.

Herwiha, daxwaza bicîkirina mîkanîzmên dadperwriyê û sizakirina encamderên tawanên li dijî mirovatiyê li Sûriyê, li gorî biryarên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yebûyî, kir.

Desteya Danûstankar ya Sûrî, saziyeke Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê ye, danûstandinan di bin sêwana Netewên Yekgirtî dike û kar li ser bicîkirina biryara 2254 dike.


101