Bi amadebûna nûnerê ENKSê.. Desteya Danûstankara Sûriyê li Cinêvê ye

Bi amadebûna nûnerê ENKSê.. Desteya Danûstankara Sûriyê li Cinêvê ye

Nov 18 2023

Desteya Danûstankara Sûriyê, li Cinêvê li gel nûnerên welatên, civîna xwe li dar xist, pêşhateyên proseya siyasî li Sûriyê gotûbêj kirin.

Bi amedebûna nûnerê ENKSê, Ibrahîm Biro, civîn bi rê ve çû, tê de nûnerên her yek ji Emerîka, Brîtaniya, Fransa, Elmaniya, Swîsra, Yekîtiya Ewropayê, Turkiya, Îtaliya, Danîmark, Netewên Yekgirtî, Misir û Qeter amade bûn.

Serokê Desteya Danûstankara Sûriyê, Dr. Bedir Camûs di civînê de hoşdarî ji rawestanidna proseya siyasî ya Sûriyê da, bi taybet redkirina rêjîma Esed, ji her gavekek ber bi bicîkirina biryara 2254.

Camûs, pêşketina di doseya girtiyan de bi baş zanî û tekezî li ser diyarkirina çarenivîsa bi hezaran ji girtiyan kir, û sizekirina û dadgehkirina her kesî destê wî di komkujiyan de heye.

Desteya Danûstankara Sûriyê, piştrast kir ku divê doseya mirovî li Sûriyê bi destê Netewên Yekgirtî de bimîne, bê ku li rêjîma Sûriyê vegere, ji ber sedemê yekemîn e ji têkçûna rewşa abûrî.

Nûnerên welatên beşdar tekeziya xwe li ser piştevaniya gelê Sûriyê, û çareseriya siyasî, li gorî 2254.

Desteya Danûstankara Sûriyê, saziyeke Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê ye, danûstandinan di bin sêwana Netewên Yekgirtî dike û kar li ser bicîkirina biryara 2254 dike.

Biryar e, îro civîna wan bi dawî were.

202