Di sala 2023an nêzîk 5 hezar penaberên Sûrî gihştne Qubrisê

Di sala 2023an nêzîk 5 hezar penaberên Sûrî gihştne Qubrisê

Nov 18 2023

Medyaya Qubrisê eşkere kir ku rêjeya penaberên Sûriyê yên ku di vê salê de (2023) hatine Qubrisê li gorî du salên borî herî zêde ye.

Medyaya Qubrisê got ku sala 2023an rêjeya herî zêde ya penaberên sûrî hatin Qubrisê li gorî du salên borî, ji ber ku ji her du penaberan yek sûrî ye, lê sala borî "2022" ev rêje ji her çar penaberan yek bû.

Li gorî daxuiyaniyên rêveberê Biyaniyan û Koçberiyê ya Polîsên Qubrisê, Sûriyên ku îsal (2023) gihştine Qubrisê, ji sedî 53yê ji hejmara giştî ya koçberan pêk tê.

Cîgirê Serokê Dezgeha Koçberiyê Pêtros Zênîw got ku di sê salên borî de nêzîkî 12 hezar sûrî hatine Qubrisê,

di sala 2021-an de “3000”, di sala 2022-an de “4004” û di sala 2023-an de jî “4875” penaberên Sûriyê ta nah gihştine welatê wane.

Tê zanîn ji dest pêka şoreşa Surî ve û ta naha bîhtirî 12M Surî penaber û derbider bûne, li gorî dawîn amarên komesiyona bilind ya NY ko bîhtirî 5M û 278 hezar Sûrî li welatên derdora Sûriyê bi tenê hene.

Lê li gorî amarên welatên derdor ku bîhtirî 6M û 750 hezar Sûrî li cem wan hene.

200