Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê civînek li dar xist

Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê civînek li dar xist

Nov 17 2023

Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê, roja 16ê Mijdara 2023yan, civînek li dar xist, û pêşhateyên dawiyê di doseya Sûriyê de gotûbêj kirin.

Di civînê de, Dr. Ebdulhekîm Beşar, cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê, kurteyek ji naveroka hevdîtin ku li gel Ebdulah Gedo û Mihemed Nezîr Hekîm li welatê Prag encam dabûn, pêşkêş kir.

Dr. Ebdulhekîm Beşar tekezî li ser wê yekê kir ku divê şêniyên Rojhilatê Çemê Feratê bi xwe, xwe bi rê ve bibin, dûr ji kesên biyanî.

Ebdulhekîm Beşar, cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê tekezî li ser dîtina çareseriyê ji kirîza Sûriyê li gorî biryara 2254 kir.

Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê weke bi Itîlafê tê naskirin, ji 77 endaman pêk tê, tê de 11 nûnerên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ne, mehane civîna xwe li dar dixe, rewşa deverê gotûbêj dike.

240