Xwepêşandan li dijî Rêjîma Sûrî berdewam in

Xwepêşandan li dijî Rêjîma Sûrî berdewam in

Nov 17 2023

Xwepêşandanên li dijî rêjîma Sûrî li parêzgeha Siwêdayê li başûrê Sûriyê derbasî meha Sêyem dibin û her ku diçe berfireh dibin û hemû çîn û tiwêjên deverê tê de beşdar dibin.

Îro Înê, 17ê Mijdara 2023yan, bi sedan welatiyên Siwêdayê xwepêşandaneke navendî li qada Elkerama li dar xist û banga rûxandina Rêjîma Sûrî kir, her weha şandek ji “Kombûna Hunermendan li Siwêdayê” û “kombûna Çalakiyên Aborî” tev lê xwepêşandanê bûn û banga guhertina siyasî kir.

Xwepêşanderan siloganên wek: “gel hilweşandina Rêjîmê dixwaze”, “2254” û “Ez Sûrî me ji mafê min e ez bi aştî û azadî bijîm” hildan û banga Sûriyeke demoqrasî dûr ji necadperestiyê li ser bingeha Ol ji Xwedê re û welat ji hemûyan re kir.

Hefteya borî jî, Bi sedan xwepêşander ji hemû deverên Siwêdayê gihiştin qada Elkerama û xwepîşandaneke navendî li dar xist.

Welatiyên Siwêda û bajarokên derdorê li dijî xirabûna rewşa aborî di Tebaxa borî de dest bi xwepêşandanan kirin, piştre asta daxwazan bilind bû û banga rûxandina Rêjîmê, bicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî, û serbesberdana girtiyan kir.


279