Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pêdiviyên xwendekaran li ser 175 kesan belav kirin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li kampa Domîz 1 ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, pêdiviyên xwendekaran li ser zarokan belav kirin.
Dezgehê ragihaniye ku duh 15ê Mijdarê pêdivî li ser 175 xwendekarî li kampa Domîz 1 li parêzgeha Duhokê belav kiriye.
Di 7ê Mijdarê de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xuleke fêrkirina zimanê Îngilîzî li kampa Giwêlan ya penaberan li sînorê parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê vekir, ku wê bi hevkariyê li gel dezgeha (The Stirling Foundation) xul vekiriye
Li kampa Barîka ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di 8ê Mijdarê, bi hevkarî li gel dezgeha (The Stirling Foundation) hejmarek xul li navenda Cegerxwîn ya rewşenbîrî û civakî li kampê bi dawî kirin.
Roja 31yê Cotmeha 2023yan û bi hevkariyê li gel Rêxistina (Save The Children), perawge li ser 1291 xwendekarî li kampa Domîz 1, dabeş kirin.
Di 26 Cotmehê de jî, "BCF" 30 xwendekarên serkeftî li dibistana Dêrik ya amadeyî li kampa Domîz, xelat kirin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rêxistineke ne hikûmî ye, di warê mirovî de li Herêma Kurdistanê kar dike, alîkariyan ji peneber, derbider û xwedan pêdiviyên taybet re peyda dike.
232
