Behzad Dorsin bi ramanên xwe azad e

Behzad Dorsin bi ramanên xwe azad e

Oct 22 2020

Behzad Dorsin bi ramanên xwe azad e
Mahir Hesen

Peyva (Azadî bo Behzad Dorsin ) nerast lê belê şaş e. Cima gelo ?!
Behzad bi ramanên xwe azad e , bi nerîn û peyva xwe azad e, bi liv û tevgera xwe serfîraz e , bi jiyana xwe de serdest e , îcar rastiya vê peyvê li kur ma ?!

Serkirdeyê me di gereke bêhevdav de bû bo wisa em kêm û belengaz nemînin , lê dîsa bêdengî li ser lêpirsîna revandina wî ji tawanbaran dîlî û bendîtiye . Behzad azad e yan jî em !

Revandina wî beşek ji siyaseta li ser tunekirina kurdan bû . Behzad hember kesên kole yên rûbirûbûna xwepêşandanên gelêrî bi guleyan radibûn rawestiya , erê , Behzad li ser kuştin û binçavkirin , lêdan û îşkençekirin , jinavbirina nifşek ciwan bêdeng nema .

Bila em xwe nexapînin , tu kes nîne û bi pêvajoya sîstematîkî ya ku armancên dûr û siyaseta tê meşandin têk nagihe , lê çima me serî dijî tewanên çepel tewand ?!
ew guherîn berbiçav di pilanên wan yên qirêj de , yên li hember gelê Kurd, şoreşa wa ya aştiyane ji her yekî re zelal û diyar bû , lê me çavên xwe li ser miç kirin , ka azadiya me heya em azadiyê bo Behzad bixwazin .

veguheztina nakokiyê li ser deverên Kurdî û afirandina nakokî, şer û pevçûnan ku kurda tu sûd jî jê werbigire nîne , her em bêdeng man . Îcar çilo û çawa em bo kesekî wek Behzad Dorsin azadiyê dixwazin û ew azad e ne em !!

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

504