Rêjîm û Rûsiya 73 navendên serekî li bakurê rojavayê Sûriyê armanc kirin
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan raportek drbarê berdewamiya topbaran û bombebarankirina Rêjîma Esed û Rûsiya li ser navçeyên li bakurê rojavayê Sûriyê belav kir û tê de armanckirina 73 navendên serekî û kuştna 68 svîlan belge dike.
Tora Sûrî di raporta xwe de ragihand ku çekdarên Rêjîma Esed û Rûsiya bi mebest ji 5ê Cotmeha burî ve bajarê Idlibê, gundewarên wê , rojavayê gundewarî Helebê û Sehil Elxab li rojavayê gundewarê Hemayê yên ne di bin kontrola Rêjîma Esed de rastî topbaran û bombebaranê hatine.
Herweha da zanîn ku di encama wan êrîşan de herî kêm 73 navendên serekî li bakurî rojavayî Sûriyê hatine armanckirin ji wê hejmarê 69 êrîş li ser destê Rêjîma Sûrî û 4 jî li ser destê Rûsiyayê hatine encamdan. 24 êrîş li ser avahiyên xwendinê ,11 li ser navendên tenduristî, 12 li ser mizgeftan, serbarî kuştin û birîndarbûna bi dehan svîl û derbederbûna bi sedan kes.
Tora navhatî di raporta xwe de belge jî kir ku ji roja 5ê Cotmeha burî ve ta 11 Mijdarê bi sedema van êrîşên herî kêm 68 ku zarok û jin jî di nav wan de hene hatine kuştin, ji wê hejmarê 59 kes li ser destê Rêjîmê û 9 kes jî li ser destê Rûsiya hatine kuştin serbarê encamdana 2 komkujiyan li ser destê Rêjîmê û komkujiyek li ser destê Rûsiyali heman navçeyan.
103