Berevaniya Sivîl ya Sûrî: Derbaskirina alîkariyan bi rêya sînor re bê molet yasayî ye
Berevaniya Sivîl ya Sûrî ragihand ku derbaskirina alîkariyan bi rêya sînor re bê moleta Encûmena Ewlehî ya Navdewletî yan erêkirina Rêjîma Sûrî, yasayî ye.
Di daxuyaniyekê de duh Berevaniya Sivîl diyar kir, ku piştî du rojan derbaskirina alîkarian bi rêya herdu dergehên Sînorî bi Turkiyê re Elra`î û Bab Elselamê, bi dawî tê. Serbar kir, ku ev yek di demekê de ye ku welatî li deverên Bakurê Rojavayê Sûriyê piêştî erdheja Sibata borî û 12 salan ji şerê berdewam di rewşeke xirab de dijîn.
Daxuyaniyê tekez kir, derbaskirina alîkariyan bi rêya sînor re bê moleta Encûmena Ewlehî ya Navdewletî yan erêkirina Rêjîma Sûrî, yasayî ye û amaje bi yekê ki ku divê dergehên sînorî li hemû deverên Sûriyê bimînin vekirî li pêş alîkariyan.
Di vê derbarê de, tîma hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê di daxuyaniyekê de îro ragihand, ku mîkanîzma derbaskirina alîkariyan bi rêya sînor re di herdu dergên Elra`î û Bab Elselamê re bo heyma Sê mehan ta 13 Sibata 2024an hate dirêjkirin.
Derbiderên Bakurê Rojavayê Sûriyê di rewşeke zehmet de dijîn û hevdemê hatina werzê zivistanê û zêdebûna pêdviyên jiyana rojane rewş zehmetir dibe
227
