7 penaxwazên sûrî li Lîbiyayê bin av bûn

7 penaxwazên sûrî li Lîbiyayê bin av bûn

Nov 10 2023

Li welatê Lîbiyayê, 7 ciwanên sûrî bin av bûn, û jiyana xwe ji dest dan.

Jêderên xwecihî yên sûrî dane zanîn: Dema berê wan li Ewropayê bû, belema wan li Deryaya Spî, bin av bû, 5 kesan ku bi koka xwe ji Şama paytexta Sûriyê ne, jiyana xwe ji dest dan.

Malper Elerbiyê jî li ser zarê jêderên xwe, tekez kir ku îro nasnameya 2yê din diyar bû, ew jî sûrî ne ji parêzgeha Derayê ne, tevlî pêncên din hejmar dibe 7 qurbanî.

Li gorî rêxistina Koç û Koçberan di Nîsana bûrî de daye zanîn: 441 koçber û penaxwaz di destpêka sala 2023yan ve jiyana xwe ji dest dane.

132