Bi beşdarbûna hemû tiwêjan.. Xwepêşandan li Siwêdayê berdewam in

Bi beşdarbûna hemû tiwêjan.. Xwepêşandan li Siwêdayê berdewam in

Nov 10 2023

Xwepêşandanên li dijî rêjîma Sûrî li parêzgeha Siwêdayê li başûrê Sûriyê di heftiya yazdehan de berdewam dikin û her ku diçe berfireh dibin û hemû çîn û tiwêjên deverê tê de beşdar dibin.

Di roja 85an de, îro Înê, 10ê Mijdara 2023yan, welatiyên Siwêdayê xwepêşandaneke navendî li qada Elkerama li dar xist û banga rûxandina Rêjîma Sûr kir, her weha şandeke ku ji komeke bijîşk, dermansaz û karmendên beşê tenduristiyê pêk dihat, gihişt qada Elkerama û banga guhertina siyasî kir.

Xwepêşanderan siloganên wek: “2254”, “Serxwebûn bi derketina dagirkeriya Îranê dest pê dike” û “Şoreş ta serkeftinê” hildan û banga Sûriyeke demoqrasî dûr ji necadperestiyê li ser bingeha Ol ji Xwedê re û welat ji hemûyan re kir.

Hefteya borî jî, Bi dehan ciwanên Suweydayê bo cara duyem dergehên avahiya şaxê Partiya Elbe`s li bajarê Siwêdayê daxistin.

Welatiyên Siwêda û bajarokên derdorê li dijî xirabûna rewşa aborî di Tebaxa borî de dest bi xwepêşandanan kirin, piştre asta daxwazan bilind bû û banga rûxandina Rêjîmê, bicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî, û serbesberdana girtiyan kir.

232