Rêjîm nirxê nan bihtirî %100 bilind kir

Rêjîm nirxê nan bihtirî %100 bilind kir

Nov 07 2023

Rêjîma Sûriyê nirxê nanê bê alikarî %100 li navçeyên di bin destê xwe de bilind kir.

Li gorî rojnameya El-Waten, ya nêzîkî rêjîma Sûriyê ye, "Wezareta Bazirganiya Navxweyî û Parastina bikarber" a rêjîmê nirxê torê nan yê 1100 gram ji bo kesên ku ji piştgiriya rêjîmê hatine dûrxistin destnîşan kir. li gor karta elektronî ji wan re hatiye veqetandin bi buhayê 3000 lîreyên sûrî ye, ku berê bi 1250 lîreyên sûrî bû.

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê ragihandin ku nirxê tûrê nanê biçûk bûye 5500-6000 lîreyên sûrî û yê mezin di navbera 9500-10000 lîreyên sûrî de ye û nirxê kîloya semûnê jî digihêje 15-16 hezar lîreyên sûrî û nanê nuxalê wate kelbik bi 4500 lîreyên sûrî li herêmên di bin kontrola rejîmê de ye.

Welatî ji bo ku nan bi nirxê fermî bi dest bixin 3 dejimêran li ber nanxaniyên rêjîmê di sirê de ne

û nirxê nan di demên borî de dema ku hate rawestandin gihîştiye 5 hezar lîreyan,. Herwha bi 4000 lîre li derveyî dema kar dihate firotin.

Ji aliyekî dinva welatî gazinan ji nebaşbûna kualîteya nan ji ber bikaranîna nuxalê û nebûna genim dikin, herweha xwediyên nanxaneyên taybet sedema bilindbûna nirxê nan bi zêdebûna nirxê mazot û arde girê di din.
Di Tebaxa borî de, rêjîma Sûriyê nirxê mazotê ji bo nanxeniyên taybet bi 700 lîreyên sûrî her litrek bilindkir,

û ji bo pîşesazî û yên din ji 5400 lîreyên sûrî bo 11550 lîreyên sûrî hate bilind kirin. Di heman mehê de rejîmê nirxê mazotê12 hezar û 800 lîreyan bilind kir, piştre di meha Îlonê de nirxê mazotê gihandiye 13 hezar lîreyan.

211