Hêzên Emerîkî li Sûriya û Iraqê rastî 38 êrîşan hatine

Hêzên Emerîkî li Sûriya û Iraqê rastî 38 êrîşan hatine

Nov 07 2023

Wezareta Berevaniyê ya Emerîkî ragihand, ku hêzên wê li Iraq û Sûriyê rastî 38 êrîşan hatine.

Bat Rayder berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Emerîkî got ku ji 17ê Cotmeha bûrî ve, hêzên Emerîkî li Sûriyê rastî 18 êrîşan hatine û li Iraqê 20 êrîş.

Rayder serbar kir ku di encama wan êrîşan de, 45 serbaz û fermanber birîndar bûne.

Her di vê derbarê de, milîsa bi navê "Elmuqaweme Elislamiye li Iraqê", duh Duşemê ragihand, ku wê 6 êrîş li dijî bingehên Emerîkî li Iraq û Sûriyê encam dan.

Sê êrîş li ser bingeha Eyn Esed li Iraqê û êrîşek li bingeheke nêzîkî balafirxaneya Hewlêrê , herweha 2 êrîş li bingehên Til Bêder û Tenef li Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve jî, wezîrê derve yê Emerîkî Entonî Bilînkin di çarçoveya seredana xwe de bo Iraqê tekez kir, ku êrîşên li dijî hêzên wan li Iraq û Sûriyê nayên pejirandin. Got jî: "Em ê hemû rêkarên pêwîst ji bo parastina hêzên xwe bistînin".

Ji 17 Cotmehê ve, bingehên Emerîkî li Iraq û Sûriyê rastî zincîrek êrîş tên, milîsa bi navê "Elmuqaweme Elislamiye li Iraqê", piraniya wan êrîşan li xwe girtiye.

243