Di dema kar de.. Zarokekî Sûrî li Turkiyê canê xwe ji dest da

Di dema kar de.. Zarokekî Sûrî li Turkiyê canê xwe ji dest da

Nov 06 2023

Zorakekî penaber ji Sûriyê di bûyerekê dema kar de li kargeheke bajarê Qûniya li Turkiyê, canê xwe ji dest da.

Li gorî jêderên ragihandinê yên Sûrî, zarokê penaber yê bi navê "Mihemed Diya Behlûl" ji bajarokê Korîn li gundewarê Idlibê, di dema kar de li kargeheke bajarê Qûnaiya yê Turkiyê roja Yekşemê 5ê Mijdara 2023yan, rastî bûyerekê hat û canê xwe ji dest da.

Li gorî rêxistinine ku kar di warê karkeran de dikin, derdora 2 melyon zarok li Turkiyê di hemû waran de kar dikin, jê derdora 300 hezar zarok ji penaberên sûriyê ne.

Di vê derbarê de, çalekvan Taha Elxazî ji malpera "Tilvîsyon Elerebî" re ragihandibû, ku li gorî amaran, di 10 salên borî de derdora 600 zarokên penaber di dema kar de canên xwe ji dest dane.

164