Pasporta Sûrî duyem pasporta herî xirab e li cîhanê

Pasporta Sûrî duyem pasporta herî xirab e li cîhanê

Nov 05 2023

Li gorî amarên ku komeleya Veguhestina Hewayî ya Navdewletî IATA belav kiriye ku îsal pasporta Sûrî duyem pasporta xrab ya Cîhanê ye.

Li gorî wê komeleyê Pasporata Efxanistan bi 27 puanan di rêza dawî de ye.

Li aliyê din, Sûriye bi 28 puanan di rêza 105an de û Îraq jî bi 30 puanî di rêza 104an de cih digirin, piştre jî pasportên Pakistan bi 33 puanan, Yemen bi 34 puanan tên.

Li gorî wê komeleyê îsal pasaporta herî bihêz a Sîngapûrê ye.

Pasaportên herî bihêz yên cîhanê wiha ne:
Sîngapûr 193 puan, Japonya 191 puan, Fînlandiya, Fransa, Almanya, Îtalya, Koreya Başûr, Spanya û Swêd 190 puan.
Piştre jî pasportên Bîrtanya, Awisturya, Danîmarka, Îrlanda, Luksembûrg û Holanda 189 puan cih digrin.

Li gorî amar û zanyariyan pasporta Sûrî pasporta herî buha ye li cîhanê, bi wê pasportê welatiiyê Sûrî tenê dikare bê vîze derbasî 10 welatan bibe.

254