2 zarok bûne qurbaniyên paşmayên şer li Sûriyê

2 zarok bûne qurbaniyên paşmayên şer li Sûriyê

Nov 05 2023

Ji ber teqîna mayîn û bombeyên çandî ji paşmayên şer li navçeyên cuda cuda li Sûriyê welatiyên sivîl dibine qurbanî.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan got, ku duh li bajarê Tisîl yê bi ser bajarê Der`ayê bombeyeke çandî ji paşmayên şer teqiya di encamê de du zarok bi giranî birîndar bûn, û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li gorî amarên Rewangehê ku bi vê teqînê hejmara qurbaniyên mayîn û bombeyên çandî ji destpêka Çileyê û ta roja îro dighêje 229 kesan serbarî birîndarbûna 293 kesên din.

218