PDK-Sê şehîdbûna xebatkarên Kurd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif vejand

PDK-Sê şehîdbûna xebatkarên Kurd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif vejand

Nov 04 2023

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya salvegra şehîdbûna her du serkirdeyên Kurd Kemal Ehmed Derwîş Emîndarê Giştî yê Partî û Şêxmûs Yûsif endamê Polîtbîroya Partiya Çepa Kurdî li Sûriyê, li bajarê Qamişlo, vejand.

Merasîm bi amadebûna sekretêrê PDK-Sê Mihemed Ismaîl, serkirde û endamên Partî li goristana Qidûr Beq ya Qamişlo bi rê ve çû.

sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê Mihemed Ismaîl di gotara xwe de behsa rola her serkirdeyan kir û got: Jiyana xwe di ber doza Kurdî û xizmeta gelê xwe de terxan kiribûn.

Derbarê kesayetiya Kemal Ehmed Derwîş, da zanîn jî: bi sinc, reftar, rewişt û pirensîpên rastî û rastgoyî navdar bû, heta dawiya jiyana xwe kar û xebat di ber mafên rewa yên kurdan de dikir.

Her du şehîd Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yûsif di 3yê Mijdara 1996an de li ser rêya Hesekê-Qamişlo di encama bûyereke trafîkê de şehîd bûn, piştî, ku ji erkekî fermî ji Hesekê vegeriyan derbarê serjimêriya sala 1961an de li dijî gelê Kurd, û bêparkirina beşekî mezin ji wan ji welatîbûnê. Jêder tekez dikin ku bi pilan hatin terorkirin û şehîd bûn.

203