Kombenda Rojnamevanan Sûrî: Hejmara qurbaniyên ragihandinê bilind bûye

Kombenda Rojnamevanan Sûrî: Hejmara qurbaniyên ragihandinê bilind bûye

Nov 04 2023

Kombenda Rojnamevanên Sûrî di raporta xwe ya mehane de got, ku di çarçoveya berdewambûna binpêkirin û tundî û girtinê de, di dermafê rojnamevanan de, ewlehiya wan li Sûriyê hîn jî di metirsiyê de ye.

Kombenda Rojnamevanan di raporta xwe de dibêje: "Di Cotmeha bûrî de, 3 binpêkirin li dijî ragihandinê hatine tomarkirin, û hêzên Rêjîmê berpirs in di ber tundtirîn binpêkirin de".

Di hûrguliyan de daye zanîn: "Di 26ê Cotmehê de, çalakvanê ragihandinî Mihemed Osman ku bombebaraneke Rêjîmê li ser bajarê Idlibê romal dikir, birîndar bû û piştî du rojan, canê xwe ji dest da".

Û amaje kir: "Bi vê yekê hejmara qurbaniyên ragihandinê bilind bû. Ji sala 2011an ve, 467 ragihandkaran canên xwe ji dest dane".

Li gor raoporta Kombendê, Polîsa Sivîl li bajarê I'zazê li gundewarê Helebê, bi tundî li çalakvan Eyhem Hilal xist û nehişt romalê bike.

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî, Polîsa Sivîl çalakvan Salih Elfaris girt û piştî demekê serbest hate berdan.

Di dawiyê de Kombenda Rojnamevanên Sûrî, tekez kiriye ku Rêjîma Sûrî û desthilatên din pabandî tu rêkarên ji bo parastina rojnamevaniya serbixwe nabin, û bang li Netewên Yekbûyî û Civaka Navdewletî kiriye ji bo jinavbirina binpêkirinan li dijî rojnamevanan û girtina rê li pêş rizgarbûnê ji sizayê.

Herweha bang li rêxistinên navdewletî kiriye, ji bo beşdariyê di bihêzkirina serxwebûna alavên ragihandinê de li Sûriyê.

228