Emerîka daxwaza tevger û cîbicîkirina biryara 2254 ya derbarê Sûriyê ji Encûmena Ewlehî dike

Emerîka daxwaza tevger û cîbicîkirina biryara 2254 ya derbarê Sûriyê ji Encûmena Ewlehî dike

Nov 03 2023

Emerîka di civîneke Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî de daxwaza tevger û pêşvebirina proseya siyasî li Sûriyê û cîbicîkirina biryara Navdewletî kir.

Lînda Tomas Girînfîld şandeya Emerîkî di Netewên Yekgirtî de, di gotineke xwe de di civîneke Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî ya derbarê Sûriyê de daxwaz ji Encûmenê kir ku tevgerek bilez derbarê Sûriyê bike, û dest bi cîbicîkirina biryara Navdewletî ya jimare 2254 bike.

Girînfîld tekez jî kir ku biryara 2254 dimîne nexşerêya tekane ji bo dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re.

Berpirsiyara Emerîkî serbar kir û got jî ku pêwîst e Encûmena Ewlehiyê kar li ser destnîşankirina tevaya rêyan bike ji bo pêşvebirina piroseya siyasî li Sûriyê di rêya piştevaniya karê ku Encûmena Rawîjkarê ya jinî pê radibe.

Herweha şandeya Emerîkî destxweşî li karê Gêr Bêdirson şandeyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê derbarê pêşvebirina proseya siyasî li gorî biryara Navdewletî 2254 kir, û amaje kir ku Rêjîma Esed astangiyan li pêşiya pêvajoya çareseriya siyasî li Sûriyê dirust dike.

211