Rewangeha Sûrî: Di Cotmehê de 20 sivîl ji ber paşmayên şer bûne qurbanî
Nov 02 2023
Ji ber teqîna mayînên çandî ji paşmayên şer li navçeyên cuda cuda li Sûriyê welatiyên sivîl dibne qurbanî.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di meha Cotmeha 2023yan de bi sedema teqîna mayînên û bombeyên çandî ji paşmayên şer 4 kes, 3 ji wan zarok in canê xwe ji dest dan.
Herweha 15 kesên din jî ku 7 zarok di nav wan de hene birîndar bûne.
Rewangehê da zanîn jî ku hejmara qurbaniyên mayînan ji destpêka Çileyê û ta roja îro dighêje 227 kesan serbarî birîndarbûna 290 kesên din, ku nîvê hejmarê zarok in
206
