Balyozxaneya Emerîka li Sûriyê êrîşên li ser Bakur Rojavayê Sûriyê şermezar kirin
Balyozxaneya Emerîka li Sûriyê, bi tundî êrîşên li ser Bakur Rojavayê Sûriyê ji aliyê rêjîma Eesd û Rûsiyê ve şermezar kirin.
Balyozxaneya Emerîka li Sûriyê li ser rûpela xwe ya torên civakî belav kir: Em êrîşên ku rêjîma Esed û Rûsiya li ser dibistan, navendên tendirustî û kampeke derbideran li Bakur Rojavayê Sûriyê şermezar dikin.
Da zanîn: Di encama wan êrîşan de 120 hezar kes derbider bûne, û hejmareke kes hatine kuştin.
Balyozxaneya Emerîka li Sûriyê: Ta niha ne rêjîm û ne Rûsiya sedemeke rewa ji van zordariyan re nedane xuyakirin.
Jêderên xwecihî tekez dikin ku ji çend heftiyan de, rêjîma Sûriyê û hêzên Rûsiyê bi şêweyekî hovane parêzgeha Idlib û gundewarê Helebê arman dikin, ji ber wê yekê rewşa mirovî têk çûye.
208
