Kêrbî: Erkê hêzên me li Sûriyê şerê DAIŞÊ ye
Wezareta Berevaniyê ya Emerîka eşkere kir ku hebûna me ya leşkerî li Sûriyê û Iraqê rûbirûbûna Rêxisitna DAIŞê ye.
Di kongirekî rojnamevanî de Con Kêrbî hevrêzkarê Encûmena Eewlehiyê ya Navdewletî di Koşka Spî de ragihand ku ji mêj ve hêz û baregehên me yên leşkerî li Sûriyê rastî êrîşan ji aliyê mêlîsên bi ser Îranê ve hatibûn û hêzên wan bi tundî bersiva wan êrîşan dan.
Berpirsê Emerîkî tekez jî kir ku welatê wî , dê bi erkê xwe weku pêwîst rabe ji bo parastina hêz û baregehên xwe yên leşkerî li Sûriyê.
Herweha da zanîn ku biryara bersivdana van êrîşan di destê Serokê Emerîkayê de ye.
Di heyama herdu heftiyên bûrî de herî kêm 27 caran baregehên Emerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî ji aliyê mêlîsên Îranî ve li Sûriyê û Iraqê hatine armanckirin .
234
