Emerîka: Em ê bersiva her êrîşekê li ser baregehên xwe bidin

Emerîka: Em ê bersiva her êrîşekê li ser baregehên xwe bidin

Oct 31 2023

Emerîka dibêje ew ê bersiva êrîşên ku li ser hêz û baregehên wan yên leşkerî li Sûriyê têne encamdan bidin .

Di civîneke Encûmena Ewlehiya Navdewletî de Lînda Tomas Girînfêld şandeya Emerîkî di Encûmena Ewlehî de ragihand ku welatê wê dê bersiva her êrîşekê li ser hêz û baregehên wan yan jî berjewendiyên wê li Sûriyê bidin.

Herweha Girînfêld daxwaz ji Rêjîma Sûriyê jî kir ku çalakiyên mêlîsên bi ser Îranê ve yên ku baregehên Emerîkî li rojhelatê Sûriyê armanc dikin kontirol û sînordar bike.

pştîencamdana zncîra êrîşan bser baregehên leşkerî yên emerîkî lsuryê û 'raqî b muşek û dronan j mêlîsên bser îranî ve ، hêzên emerîkî d rojên derbasbuuyî de hêzeke zêde ku j leşker û alavên leşkerî û locstîk pîk dhat rêkr baregehên xwe lgundewarê hesekê û dêra zorê.

Di vê debarê de duh Duşemê berdevkê "pentagonê" Patrîk Rayder di kongirekî rojnamevanî de ragihand ku ji rêkefta 17 Cotmehê û ta niha 23 caran hêz û baregehên wan yên leşkerî li Sûriyê û Iraqê ji aliyê mêlîsên bi ser Îranê ve bI top û dronan hatine armanckirin, ji wan 14 car li Iraqê û 10 car jî li Sûriyê bûn lê hêzên Emerîkî kariye rûbirûbûyê wan bibin, û wan êrîşan têk bibin.

Pêş wext jî Wezîrê Berevaniyê yê Emerîka Liwîd Ostin gotibû ku welatê wî li himber van êrîşan bê deng namîne û dê berevaniyê di ber xwe û berjewendiyên xwe de bike û karînên hêzên Emrîkî li Rojhelata Navîn hene ta ku berevaniyê di ber xwe de bikin, û pêngavên Pentagonê di vê derbarê de avêtine hêzên Emerîkî bi hêztir dike.


85