Di 2 mehan de .. 174 barhilgirên alîkariyên mirovî derbasî bakurê rojavayê Sûriyê bûn
Netewên Yekgirtî eşkere kir ku di heyama herdu mehên bûrî de 174 barhilgirên barkirî bi alîkariyên mirovî derbasî bakurê rojavayê Sûriyê bûn.
NY di raporteke xwe de berya niha amaje bi berdewamiya Rêjîma Esed û Rûsiya di armanckirina Idlib û rojavayê gundewarê Helebê kiribû ku ji destpêka gurkirina leşkerî ji 5ê Cotmehê ve bêtir ji 2,300 baregeh rastî ziyanê hatine û bêtir ji 12,000 kes jî bo navçeyên ewleh derbeder bûn.
Raportê eşkere jî kir ku pêwîstiya xelkê Sûriyê bi arîkariyên mirovî bi rêjeya 5% zêde bûye bi berawirdî bi sala bûrî ve ango bêtir ji 15 melyon kes li seranserî Sûriyê niha pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.
Herweha serbar kir û got ku ji destpêka Şoreşa Sûriyê û ta niha ev e yekem car e hejmara pêwîstdaran li Sûriyê dighêje vê astê û dibe bilindtirîn hejmar ji sala 2011 ve.
Roja 11 Tebaxa bûrî Encûmena Ewlehiya Navdewletî di dirêjkirina biryara mîkanîzma gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê bi ser neket piştî bikaranîna Rûsiya ji "vîtoyê" re û bû sedema rawestandina derbasbûna alîkariyan di rêya dergehê Bab Elhewa yê sînorî bi Turkiyê re bi temamî, û tevî rêpêdan bi derbasbûna alîkariyan bo nav xaka Sûriyê dergehê Bab Elselama lê tevgera vî dergehî jî lawaz bûye û kêm alîkarî derbas dibe.
225
