Bingehên Emerîkî li Sûriyê rastî 4 êrîşên din hatin

Bingehên Emerîkî li Sûriyê rastî 4 êrîşên din hatin

Oct 28 2023

Weke berdewamî ji zincîreke êrîşan re ku ji 17 Cotmehê ve dest pê kiriye, duh Înê, bingehên Emerîkî rastî 4 êrîşên din hatin.

Jêderên xwecihî dane zanîn ku şeva Înê – Şemiyê, derdora balafirxaneya Xirab Elcîr li navçeya Til Koçer li gundewaê Dêrikê, bi mûşekan hate armanckirin.

Berya wê jî, Kêlgeha Konîko ya xazê li gundewarê Dêra Zorê, bi 4 mûşekan hatibû armanckirin.

Herweha bingeha leşkerî ya Emerîkî li Kêlgeha Elumer ya petrolê, rastî 10 mûşekan hat.

Milîsa bi ser Îranê ve, ya xwe bi navê “ Elmuqaweme Elislamiya li Iraqê” dide naskirin, armanckirina bingeha Tenef ya Emerîkî li başûrê rojhilatê Sûriyê, bi 2 dironan, ragihand.

Berbanga Înê, balafirên şer yên Emerîkî, weke bersivdan ji êrşên milîsan re, bingehin li rojhilatê Sûriyê armanc kirin.

Her di derbarê êrîşan de, Co Baydin Serokê Emerîka di nameyekê de bo herdu Encûmenên Nûner û Pîran, got: Milîsên bi ser Îranê ve zincîrek êrîş li dijî kes û avahiyên Emerîka li Iraq û Sûriyê, encam daye.

Û serbar kir: Bi fermana min, û weke bersivdan ji êrîş û gefên berdewam re, hêzên Emerîkî, avahîne Pasdarên Îranî û girûpên bi ser ve li rojhilatê Sûriyê, armanc kirin.

Ji aliyê xwe ve jî, berdevkê wezareta berevaniyê ya Emerîkî, Bat Rayder, amaje kir ku ji 17ê Cotmehê ve, hejmara êrîşên li dijî hêzên Emerîkî û hêzên Hevpeymaniyê li Sûriya û Iraqê, gihiştiye 20 êrîşan, bi diron û mûşekan

213