Şerê Israîl û Hizbulah çawa bandor li ser penaberên Sûriyê kiriye?

Şerê Israîl û Hizbulah çawa bandor li ser penaberên Sûriyê kiriye?

Oct 27 2023

Penaberên Sûriyê yên ku ji ber şerê Sûriyê revaniyane û cî li Libnanê girtine, bandoreke xerab li ser wan heye, ku di çareçoveya çend rojan ji derencamên şer li Israîlê, Hemas û beşdariya Hizbulah dibînin, bi hezaran malbat derbider bûne.

Dîdevan û ziyandîtiyên ji penaberên Sûriyê taybet dane zanîn ku bi dehan gundên sînorî ji ber şerê Israîl û Hemas li aliyekî, û beşdarbûna Xizbulah li aliyekî din, derbiderî deverên ewleh bûne.

Ji aliyê xwe ve çalakvanekî da zanîn ku ji nav penaberên ku derbider bûne rêjeya herî zêde ereb in û kurd jî tê de hene ku ji 14 gundên sînorî li Başûrê Libnanê ji pebaneran vala bûne. Da zanîn ku niha berê xwe dane cihên aram û rewşa wan zehmetir bûye.

Ji aliyê xwe ve rêxistina koç û koçberan ya bi ser Netewên Yekgirtî ve tekez kir ku zêdetirî 19 hezaran berbider bûne

Penaberên Sûriyê li Libanên ji bilî astengî, bêkarî û pawankariyê niha rastî metirsiyeke din hatine ew jî koçeke din e, ku li gorî dawîn amar ji ewlekariya Libnanê derketiye 2 milyon Sûrî hene jêderên kurdî tekez dikin ku rêjeya kurdan zêdetirî 10 hezar pebaner in.

195