Emerîka bersiva êrîşên bi ser baregehên xwe li Sûriyê û Iraqê dide

Emerîka bersiva êrîşên bi ser baregehên xwe li Sûriyê û Iraqê dide

Oct 27 2023

Zincîra armanckirina baregehên leşkerî yên Emerîkî li Sûriyê û Iraqê berdewam e، herî dawî duh baregeha leşkerî ya Emerîkî l kêlgeha Konîko li gundewarê Dêrazorê hate armanckirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Emerîka liwîd Ostin îro di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî armanckirina baregehên wan li Sûriyê ji aliyê mêlîsên bi ser Îranê ve hêzên wan berbanga îro du baregehên leşkerî yên bi ser mêlîsên Îranê ve li Rojhelatê Sûriyê armanc kirin:

Ostin serbar kir û got ku li ser fermana Co baydin Serokê Emerîka ev êrîşên Emerîkî hat pêkanîn û bersiv bû li ser berdewamiya zincîrên êrîşên mêlîsên Îranî bi ser hêzên wan li Sûriyê û Iraqê.

Berpirsiyarê Emerîkî tekez jî kir ku welatê wî li himber van êrîşan bêdeng namîne, û dê berevaniyê di ber xwe û berjewendiyên xwe de bike.

Duh Pênşemê jî berdevkê Pentagonê Batrîk Raydir di kongirekî rojnamevanî de ragihand ku ji rêkefta 17 ta 26 vê mehê 16 caran hêz û baregehên wan yên leşkerî li Sûriyê û Iraqê ji aliyê mîlîsên bi ser Îranê ve bi top û dronan hatine armanckirin.

Sebaretî ziyanên madî û canî yên van êrîşan Serkirdayetiya Navendî ya Emerîka) Sintkom( eşkere kir ku di encama van êrîşan de leşkerekî Emerîkî hate kuştin û bêhtir ji 26 leşkerên din jî birîndar bûn.

Pêş wext berdevkê Koşka Spî Con Kêrbî Tehran bi asankirina armanckirina baregehên leşkerî yên Emerîkî li Sûriyê û Iraqê suryê tometbar kiribû û got Îran van pîşhateyan ji nêzîk ve dişopîne û hin alî handide ku vê rewşê di berjewendiyên xwe yan jî berjewendiya Îran de istixlal bike.

Û tekez kir ku welatê wî qet rê nade ku gef li berjewendiyên wê li deverê were û dê bersiva her gefekê bidin .







234