Koşka Spî: Tehran êrîşan li ser baregehên me li Sûriyê asan dike
Koşka Spî Tehran bi asankirina armanckirina baregehên leşkerî yên Emerîkî li Sûriyê û Iraqê tometbar dike.
Con kêrbî berdevkê Koşka Spî ragihand ku Îran bi berdewamî asankariyan ij girûpên ku piştevaniya wan dike pêşkêş dike ji bo armanckirina baregehên leşkerî yên Emerîkî li Sûriyê û Iraqê.
Kêrbî serbar kir jî ku serokê Emerîka Co Baydin fermana amadebûn û berisva guncaw li himber van êrîşên ku li ser baregehên wan têne encamdan da Wezareta Berevaniyê.
Herweha amaje bi wê çendê jî kir ku di heftiya bûrî de asta êrîşan li ser baregehên Emerîkî û yên HevpeymanIya Navdewletî li Sûriyê û Iraqê suryê bilind bû, û tekez kir ku welatê wî rê nade van gefan yên dinbe rêgir li pêşya berjewendiyên wan li deverê.
Berdevkê koşka Spî diyar jî kir ku em dizanin ku Îran van pîşhateyan ji nêzîk ve dişopîne û di hin rewşan de jî asankaryan ji bo encamdana êrîşan li ser baregehên Emerîkî dike.
Berpisê Emerîkî fikara xwe ji egera gurkirina van êrîşan di rojên bê de nîşan da û got welatê wî qet rê nade ku gef li berjewendiyên wê li deverê were xwarin.
208
