Xwenîşanderên Siwêdayê damezrandina Firakisyona Niştîmanî ragehand

Xwenîşanderên Siwêdayê damezrandina Firakisyona Niştîmanî ragehand

Oct 24 2023

Hevdemê derbasbûna nêzîkî 3 mehan li ser xwenîşandanên xelkê Siwêdayê re li dijî Rêjîma Esed, damezrandina Firakisyona Niştîmanî hate ragehandin.

Roja Duşemê li Hola (Cizûr) li bajarê Siwêdayê, damezrandina Firakisyona Niştîmanî hate ragehandin.

Firakisyon, tevaya pêkhate û xelkê Siwêdayê û jimareyek çalakvan li xwe digire.

Di daxuyaniyekê de hatiye: "Piştî girêdana çendîn civîn di navbera nûnerên gund û navçeyên cuda yên Siwêdayê de û jimareyek ji çalakvanên civakî, Firakisyona Niştîmanî hate avakirin. Despêka dirustkirina firakisyoneke niştîmanî li ser asta tevaya cugrafiya Sûriyê ye".

Firakisyona Niştîmanî di daxuyaniya xwe de got jî: "Em dê kar li ser piştevaniya tevgera aştiyane ya sivîl bikin da ku di karê xwe de berdewame be. Dê dûr be ji nakokiyên siyasî û olî ji bo bandoreke nerênî li karê tevgera aştiyane ya sivîl ya swêdayê neyê".

Da zanîn: "Karnameya Firaksyon tevaya çalakiyên sivîl mîna, xwenîşandan, mangirtin, nerazîbûna sivîl û çalakiyên rewşenbîrî û wêjeyî û hunerî li xwe digire.

Û tekez kir: "Dê hemahengî li gel tevaya aliyan ji bo gehiştin bi armancan berdewam be û bi taybet bicîkirina biryara navdewletî 2254 ، ta ku rewş berev kenarên aram ve biçe û dadperwerî li Sûriyê bi giştî berqerar bibe".

380