Careke din Tenef hate armanckirin û Pentagon sîstemên berevaniyê yên esmanî dişîne R. Navîn

Careke din Tenef hate armanckirin û Pentagon sîstemên berevaniyê yên esmanî dişîne R. Navîn

Oct 24 2023

Zincîra armanckirina bingehên leşkerî yên Emerîka li Sûriyê û Iraqê berdewam e، û herî dawî bingeha Altenef li başûrê rojhelatê Sûriyê hate armanckirin.

Ceneral Patrîk raydir gotûbêjê pentaxon got duh Duşemê bi du dronan bingeha leşkerî ya Altenef li başûrê rojhelatê Sûriyê hate armanckirin û tu ziyaneke canî di encama êrîşê de rû neda.

Rayder got herdu dron ji aliyê hêzên Emerîkî ve li bingeha Altenef hatin armanckirin û têk şkandin، û herdu dronan armancên xwe bicî neanîn.

Weke Rayder daye zanîn tu gef û metirsiyeke destnîşankirî li ser hêzên Emerîkî li Rojhelata Navîn nîne، lê ya weke diyar êrîş li djî hêzên Emerîkî li Sûriyê û Iraqê zêde bûne.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Emerîka got ew aliyên êrîşî hêzên Emerîkî li Sûriyê û Iraqê dikin ji aliyê Îranê ve têne piştevanîkirin، û karînên hêzên Emerîkî li Rojhelata Navîn hene ta ku berevaniyê di ber xwe de bikin û rastî her metirsiyekê bibin، û pêngavên Pentaxon di vê derbarê de avêtine hêzên Emerîkî bi hêztir dike.

Hizib Allh ya Iraqî êrîş li xwe girt û got bi du dronan du bingehên Emerîkî li Sûriyê armanc kirine، û di herdu êrîşan de armanc bi cî hatin.

Ji bo parastina hêzên Emerîkî Pentaxon got ku wê sîstemê berevaniya asmanî corê – sad - û sîstemê berevaniya asmanî yê mûşekî ango "patriyot" bo Rojhelata Navîn bişîne.

Di dema kêmtir ji 10 rojan de çendîn car bingehên Emerîkî li Iraqê mîna Eyn Alesed li Enbar ، û bingehek li nêzîkî balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê bi mûşek û dronan hatine armanckirin، û herweha herdu baregehên Altenef û Konîko li Sûriyê bi dron û mûşekan hatine armanckirin.

Weke hatiye ragihandin ku ziyanên canî di encama êrîşan de li Sûriya û Iraqê hatine tomarkirin.

379