Careke din herdu balafirxaneyên Şam û Heleb yên Navdewletî ji kar ketin
Careke din artêşa esraîlê xaka sûriyê kire armanc û bi operasiyonên esmanî yên tund û dijwar herdu balafirxaneyên Şam û Heleb yên navdewletî armanc kirin û di encamê de zyanên madî û canî rû dan û herdu balafirxane careke din ji kar ketin.
Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku berbanga Îro balafIrên şer yên Israîlî bi mûşekan herdu balafirxaneyên Şam û Heleb yên navdewltî bombebaran kirin û di encamê de sivîlek hate kuştin û du karker di balafirxaneya Şamê de jî birîndar bûn، serbarî jikarketina herdu balaifrxaneyan.
Li gorî Rewangehê daye zanîn di heyama 10 rojên bûrî de Israîl sê caran balafIrxaneya Helebê ya navdewletî kire armanc, herweha du car jî balafrixaneya Şanê ya navdewltî armanc kir û di hemû caran de di encama wan êrîşan de herdu balafrixane ji kar ketin.
Li gorî amarên Rewangeha sûrî ya mafên mirovan ji destpêka sala 2023an ve artêşa Israîl 39 caran xaka Sûriyê armanc kiriye.
Û sebaretî ziyanên canî jî Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku di wan êrîşên Israîlî de herî kêm 72 çekdar jI aliyê Rêjîma Sûrî û mêlîsên bi ser Îranê ve ku Efser jî di nav wande hebûn hatin kuştin serbarî brîndarbûna 93 çekdarên din, herweha 3 sivîl jî hatin kuştin û jimareyek kesên din jî brîndar bûn .
245
