Rêxistineke mirovî du car in bang li PYDê dike

Rêxistineke mirovî du car in bang li PYDê dike

Oct 20 2023

Bêtir ji 2 mehan e, Cinêd Seyid Mecîd endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ji aliyê çekdarên PYDê ve li Girkê Legê girtî ye hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e

Cinêd Seyd Mecîd ku ji 16ê Tebaxa bûrî ve hatiye girtin, heya roja îro, tu agahî û zanyarî li ser çarenivîsa wî ne diyare.

Di vê derbarê de rêxistina Dengê Girtiyan, li ser rûpela xwe li ser torên civakî îro 20 Cotmeha 2023yan, daxuyaniyeke din taybet bi navbûrî belav kir, tê de ji PYDê xwest di zûtirîn dem de çarenivîsa wî diyar bike û serbest berde.

Dengê Girtiyan her weha piştrast kir ku ji aliyê Asayîşa PYDê ve li Girkê Legê hatiye girtin, tevî ku beriya niha 2 caran hatiye girtin û binçavkirin, çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistinê ji PYDê xwest wî radestî dadgeheke dadperwerane ya navdewletî bike, û rê bide ku malbat û kesûkarên wî serdana wî bikin û eger bi tu tawanekê ranebûye ku pê were zîndanîkirin, divê yekser serbst berde.

Cinêd Seyd Mecîd ku weke endamê Encûmena Herêmî di nava partiya xwe de PDK-Sê cih digire, di heman roja ku rojnamevan Berzan Hisên ku ew jî di nava heman partiyê de rojnamevan e, li Girkê Legê hate girtin.

Di 30 Îlûnê de çekdarên PYDê rojnamevan Berzan Hisên serbest berda, tevî bangên berdewam ji Encûmna Niştîmanî ya Kurdî, çalakvan û rêxistinan ve bo bidawîanîna van kiryar û binpêkirian, PYDê li ser pilana xwe rijd e, û her dem û demekê endam, û alîgirên ENKSê û partiyên di nav de dike armanc û bin çav dike, ENKSê jî tekez dike ku ev kiryar berê şêniyên kurd dide koçberiyê û divê sînorek were dayîn.


174