NY: 15.3 melyon kes li Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye
Netewên Yekgirtî di raporteke xwe de eşkere kir pêwîstya xelkê Sûriyê bi alîkariyên mirovî bi rêjeya 5% bi berawirdî bi sala burî ve zêde bûye ango bêhitr ji 15 melyon kes li seranserî Sûriyê niha pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.
NY di raporta xwe de ragihand ku niha 15 melyon 300 hezar kes li Sûriyê pêwîstîta wa b alîkaryên mrovî heye û got hejmara bi berawirdî bi sala bûrî ve bi rêjeya 5% zêde bûye .
Herweha serbar kir ku Erdheja weyranker ya Sibatê bû sedema xirabûna rewşa mirovî li Sûriyê ku d encama wê erdhejî de derdora 8.8 melyon kes zyan bwan ghşt
Da zanîn jî Sibatê û ta niha 5،224 malbat jî sûd ji alîkariyên darayî weku beşek ji bersivdana awarteiya Erdhejê dîtiye .
Raportê da xuyakIrIn ku 51،165 malbatên Sûrî kerestên jiyanê yên sereke û yên werzî ji destpêka sala 2023an û ta niha wergirtin e û alîkarî li ser wan hatiye belavkirin .
Netewên Yekgirtî di heman raportê de amaje bi wê çendê jî kir ku ji destpêka şoreşa Sûriyê û ta niha ev e yekêm car e hejmara pêwîstaran li Sûriyê dighêje vê astê û dibe bilindtirîn hejmar ji sala 2011an û ta roja îro.
240
