3 penaberên Sûrî li nêzîk Yonanistanê canên xwe ji dest dan
Sê penaberên Sûrî di Deryaya Îceyê de li ser rêya koçberiyê canên xwe ji dest dan, 8 jî hatine rizgarkirin.
Polîsên Deryayî yên Yonanistanê termên sê penaberên Sûrî ji Deryaya Îceyê derxistin, 8 penaberên din jî rizgar kirin.
Li gorî mediyaya Yonanistanê, 15ê Cotmeha 2023yan, keştiyek ku tê de 13 kesên Sûrî (11 mêr û 2 jin) hebûn, bin av bû.
Serbar kir, belem ji Turkiyê derket bû û li girava Sîmî ya Yonanê ya li nêzîk beravên rojavayê Turkiyê bin av bû.
Li gorî heman mediyayê, di encama binavbûna keşteyê, 3 kesan canên xwe ji dest dane (di nav de jinek hebû), serbarî rizgarkirina 8 penaberên din.
Di salên borî de, bi hezarên penaberên Sûrî li ser rêya koçberiyê di daristan û deryayan de canên xwe ji dest dane.
90