Itîlafa Sûrî: Çareseriya siyasî rêya tekane ye ji bo vegera penaberan

Itîlafa Sûrî: Çareseriya siyasî rêya tekane ye ji bo vegera penaberan

Oct 17 2023

Itîkafa Niştîmanî ya Sûrî ragihand ku rêya tekane ji gerentiya vegera ewleh û bi razîbûn bo welatê xwe ew e giheştin bi çareseriyek siyasî gişgir ji kirîza Sûriyê re, û cîbicîkirina biryara navdewletî ya jimare 2254.

Itîlafê serbar kir û got hebûna penaberên Sûrî li her welatekî li cîhanê ji berê ve û ta niha tevlîbûneke taybet e ji wan welatên ku lê dijîn ji ber ku têne naskirin bi pabendbûna xwe bi yasayên wan welatan re , û cidiyet û berhemên karê wan yên bilin.

Li gorî raporta aliyên cîhanî ya derbederiya neçarî ya sala 2022an koçberên Sûrî di pileya Yekê de ye di hejmara koçberkiriyan de li ser asta cîhanê .

Û li gorî heman raportê li ser asta cîhanê hejmara giştî ya koçberên Sûrî giheştiye 6.6 melyon kesî.

232