Bersivdana Sûriyê: 94% li B. Rojavayê Sûriyê nikarin keresteyên germkirinê peyda bikin

Bersivdana Sûriyê: 94% li B. Rojavayê Sûriyê nikarin keresteyên germkirinê peyda bikin

Oct 16 2023

Tîma Hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê ragihand, 94% ji malbat û koçberkiriyên Bakurê Rojavayê Sûriyê, bi nêzîkbûna zivistanê re, nikarin keresteyên germkirinê peyda bikin.

Bersivdana Sûriyê di daxuyaniyekê de diyar kir, ku 79% ji koçberkiriyên sala borî bi taybetî yên kampan pêdiviyên germkirinê wernegirtine, û 94% ji malbatan nikarin keresteyên germkirinê ji bo zivistanê peyda bikin.

Tîma Bersivdanê amaje bi wê çendê kir ku zivistana borî, daketina pileyên germayê û bikaranîna keresteyên xirab ji bo germkirinê bûnê sedema rewşên mirinê.

Serbar kir, bahoz û baranên zivistana borî ziyan gihandine zêdetirî 80 hezar sivîlî li 160 kampî.

274