Elmaniya daxwaza eşkerekirina pirograma kîmawî ya Rêjîma Esed dike

Elmaniya daxwaza eşkerekirina pirograma kîmawî ya Rêjîma Esed dike

Oct 16 2023

Wezareta Derva ya Elamniya careke di helwêsta xwe derbarê eşkerekirina Rêjîma Sûrî ji pirogramê xwe yê kîmawî re nû kir , û got pêwîst e Rêjîma Sûrî pirogramê xwe yê kîmawî jinav bibe.


Berdevkê Wezareta Derva ya Elmaniya li Rojhelata Navîn Yinîs Komîtat ragihand ku Rêjîma Sûrî berya 10 salan û di bin fişara navdewletî de tevlî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî bû, û armanc jê jinavbirina çekên kîmawî yên Rêjîmê bû ku li dijî sivîlan li Sûriyê bi kar tanî.

Wezareta navhatî serbar kir û got ku ji berya 10 ve û ta roja Îro Rêjîm pabendî bi rêkeftina Çekên Kîmawî nekir ye, û bi sedema vê yekê welatê Sûriyê mafê xwe yê dengdanê di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de ji dest da.

Komîtat careke din daxwaz ji Rêjîma Sûrî kir ku pirogramê xwe yê kîmawî eşkere bike û bitemamî jinav bibe.







178