Îsraîl dubare Balafirxaneya Heleb ya Navdewletî ji kar xist

Îsraîl dubare Balafirxaneya Heleb ya Navdewletî ji kar xist

Oct 15 2023

Balafirxaneya Heleb ya Navdewletî di heyama 48 demjimêran de, du caran rastî bombebarana Îsraîlî hat û ji kar ket.

Derengiya şeva borî, di daxuyaniyekê de serokê erkanê artêşa Îsraîlê Hirtsî Halîfî ragihand, Balafirxaneya Heleb ya Navdewletî weke bersivdan li ser berdana mûşekekê ji sûriyê berev Îsraîl, hate jinavbirin.

Pêncşema borî, Îsraîl herdu Balafirxaneyên Sûriyê armanc kirin û ji kar xistin, duh Rêjîma Sûriyê ragihand ku balafirxaneya Heleb dubare vegeriyaye kar lê ya Şamê hîn venegeriyaye.

Sêşema borî jî, weke karvedan li ser berdana mûşekekê ji Sûriyê berev Colanê, Îsraîl bi topxaneyê Sûriya topbaran kir.

Derbarê armanckirina Îsraîl ji herdu Balafirxaneyên Sûriyê re ajansa Riwîtirz ragihand, armanca Îsraîl ji vê çendê pûçkirina hêlên piştîvaniya leşkerî yên Îranî bo Sûriyê ye.

Ev çend sal in, Îsraîl bi sedên êrîşên esmanî li Sûriyê encam dide, tê de hêzên Rêjîmê, milîsên Îranî û “Hizbûlah ya Libnanî” armanc dike.

156