Komeleya Mamosteyên Penaber kongira xwe li dar dixe
Oct 13 2023
Komeleya Mamosteyên Penaber li Herêma Kurdistanê, îro vexwendineke giştî belav kir, tê de banga beşdariyê li kongira xwe ya damezrîner li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.
Kongir siba roja Şemiyê 14ê Cotmeha 2023yan, demjimêr 1ê nîvro li hola 16ê Tebaxê navçeya Aştî li kolana Ronakî ya li Hewlêrê bi rê ve diçe.
Komeleya Mamosteyên Penaber li Herêma Kurdistanê, berê bi Sendîkeya Yekîtiya Mamosteyan dihat naskirin.
Di sla 2016an de hatiye damezrandin, li Herêma Kurdistanê karê xwe ji bo dabînkirina xizmetguzariyan ji mamosteyên penaber re û gihandina êş û azarên wan, kar dike.
80