Domîz.. Ji 9 rojan ve welatiyekî R. Kurdistanê wenda ye
Ehmed Ebdilkerîm Nayif ku li kampa Domîz 1 ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma kurdistanê dimîne, banga dîtina bavê xwe yê nexweş û bitemen dike.
Di hevdîtinekê de bi Kenala ARK û Radiyoya Rêbaz re, Ehmed got:" Bavê min (Ebdilkerîm Nayif, 72 salî) ji 4ê Cotmehê ve wenda bûye û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e".
Da zanîn jî: " Bavê min nexweş e. Girêkek di serê wî de ye û carinan bîrdanka xwe ji dest dide".
Bi gotina Ehmed, wan pêwendî bi kesûkarên xwe re kiriye û li nexweşxane û gelek cihan geriyane, lê tu encam nedîtine. Herweha aliyên hikûmî û yên pêwendîdar jî agahdar kirine.
Bi rêya Kenala ARK û Radiyoya Rêbaz, Ehmed Ebdilkerîm Nayif, banga alîkariyê ji bo dîtina bavê xwe dike, û her kesekî ku wî bibîne yan zaniyariyekê li ser bizane, dikare bi vê hejmarê re (07506185385) biaxive.
310
