Tevî raporta NY binpêkirin li Efrînê hîn jî berdewam in

Tevî raporta NY binpêkirin li Efrînê hîn jî berdewam in

Sep 26 2020

ARK NEWS... Bo cara yekê komîta Netewên Yekgirtî ya vekolînan li ser binpêkirinên girûpên çekdar yên bi navê artêşa niştîmanî ya opozisyona Sûriyê têna naskirin hat deng û got tawanên cengî li herêmên di bin destê wan de wek Efrîn Serê Kaniyê encam dane.

Komîta Netewên Yekgirtî ya vekolînan derbarê Sûriyê got ku tu destên pak li paş eniyên şer tune ne, û herdem sivîl rastî binpêkirinên tund tên û bi berdewamî ji aliyê girûpên çekdar ve têne armanckirin.

Komîta vekolînan ragihand ku divê Turkiyê çekdaran kontrol bike, herwiha kesên dibe ku kiryarên revandin, eşkencedan, û diziya mulkên welatiyan kiribin, divê werin rawestandin.

Heman komîteyê da zanîn ku veguhestina welatiyên Sûrî ji bo xaka Turkiyê da ku werin dadgehkirin, dibe ku bigihe tawanên cengî û di koçkirina neyasayî de tê hijmatin.

Di raporta komîteyê de hatiye ku kiryarên kuştin û destdirêjiya li ser sivîlan, ji hemû aliyan şer ve, ku bi rengên tayîfî tê encamdan, ji 2011an de zêda bûye.

Ji aliyê xwe ve Pawlo Bînîro serokê komîteyê de daxuyaniyekê de tekez kir ku çekdarên artêşa niştîmanî Sûrî ya opozisyonê ku piştevankiriî ji Turkiyê ve ye dibe ku tawanên cengî li Efrîn û Serê kaniyê û deverên derdorê encam dabin, wek girtina dîl û rehîneyan û danûstadina tund wek eşkence û destdirêjiyê û divê Turkiyê kar li ser wê yekê bike ku binpêkirin werin rawestandin, û garantiya parastina sivîlan li herêmên di bin hejmûna xwe de berçav bigre.

Her di vê derbarê de endamê komîteyê Hanî Miclî bal kişand ser wê yekê ku Turkiyê ev çekdar bi pere kirin û hişt ku ji Turkiyê derbasî Sûriyê bibin, ew nikarin bibêjin Turkiyê berpirs lê Turkiyê dikare bêtir kar bike li rêgirîkirina çekdaran ji bikaranîna binpêkirina û guvaj û fişarê li ser bike û vekolîn û lêpirsînê bi wan re veke.

Di raporta komîteyê de ronî xistiye ser sepandina bacan ku çekdara mal bi mal digerin û deriyê wan dixînin da ku bacan li ser sivîlan bisepînin û bi zorê jê werbigirin.

Raporta ku ji komîta Netewên Yekgirtî derketiye yekem car e bi vî awayî derdikeve, ku di demekê de tê binpêkirin tawan, û kiriyan nemirovî di dermafê şêniyên Kurd li Efrîn, Serê Kaniyê , Girê Spî zêde dibin. Tevî wê yekê jî tawan û binpêkirin berdewam in.

Ş.E

763